Cînavka Berbihevîn ‘’hev’’
Cînavka berbihevîn ‘’hev’’ pir xweşik û sivik e. Di zimanê mirov de bi tu
awayî naliqe û herikbar e. Ev cînavk bi armanca karê ku li beramberî hev tê
kirin nîşan dide, tê bikaranîn. Taybetiyeke vê cînakê jî yekjimariyê nanimîne
pirjimariyê dinimîne. Yanî mirov nikare tenê ji bo kesekî bi kar bîne. Divê
herî kêm du yan jî sê kes li holê hebin. Di kurdî de hinek cînavkên şûna vê
cînavkê digirin jî hene. Her wekî ‘’êk’’,
‘‘êk û din’’, ‘’êk du’’, ‘êk û dî’’, ‘’hev û din’’,
‘’hev û du’’, ‘’hev û dî’’ û ‘’hevdu’’…
Forma ‘’êk’’ li aliyê Şirnex, Hekarî û Behdînanê tê bikaranîn. Formên
mayîn jî li gorî herêman tên guhartin. Lê di zimanê nivîskî de forma herî zêde
cihê xwe girtiye ‘’hev’’ e dûre ‘’hevdu’’ tê bikaranîn. Bi baweriya min forma herî
xweşik û herikbar ‘’hev’’ e. Forma ‘’hev’’ bi tena serê xwe têra derbirînê
dike.
Mînak:
Em hevalên hev in.
Ew bi hev re dimeşin.
Hûn hev nas dikin.
Wan bi hev re şer kir.
Me bi hev re xwendiye.
We kengê hev dît?
Ji hev re qenciyê bikin.
Bi hev re diçin sînemayê.
Şêr têjikên hev dikujin.
Teyr ji hev bilindtir difirin.
Morî bi hev re dixebitin.
Her wekî di mînakan de jî xuya dike di bilêvkirinê de tu zehmetiyan bi
mirov nade kişandin. Ji ber vê yekê mirov pir hêsan dikare di zimanê nivîskî û yê
rojane de bi kar bîne. Mirov dikare ji bo cînavka ‘’êk’’ jî çend mînakan bide.
Mînak:
Ji
zû de em êk nabînin
Em hevalên êk ên zanîngehê ne.
Ew bi êk re mezin bûne.
Divê hûn li êk bigerin.
Ew ji êk hez dikin.
Ew bi êk re mezin bûne.
Divê hûn li êk bigerin.
Ew ji êk hez dikin.
Yorumlar
Yorum Gönder