Avakerê Civaka Mezaxê Edward Bernays

Avakerê Civaka Mezaxê Edward Bernays:
1- Cara yekemîn  jin bi komî teşwîqî kişandina cixarê kirine.
2- Di şerê cîhanê yê yekemîn de civaka Amerîkayê îknayê ''Amerîka ji bo demokrasiyê mezintirîn û guncawtirîn hêz e'' kiriye.
Edward Bernays cara yekemîn di sala 1923an de pirtûkek bi navê ”Cyristallizing Public Opinion”(têkiliyên bi gel re) nivîsiye. Avakerê '"mirov çawa dikare bandorê li ser civakê bike'' ye. Yanê ev zilam baqiltir kes e ku karibûye di warê psîkolojîk de bandorê li ser civakê bike.  Jê re ''birêvebirina hişmendiyê'' jî tê gotin. Di şerê cîhanê yê yekemîn de civaka Amerîkayê îknayê ''Amerîka ji bo demokrasiyê Mezintirîn û guncawtirîn hêz e'' kiriye.

Her wiha Edward Bernays ji bo jin di nav civakê de yan jî li cihên qelebalix cixarê bikêşin, bi şîrketa cixarê re xebitiye. Xwediyê şîrketa cixarê her tim jê xwestiye ku ew ji bo firotina cixarê alîkariya wan bike. Xwediyê şîrketê gelek caran ji Edward lava kiriye gotiye, ''Tu mirovekî zana yî. Tu dizanî civak bi çi bandor dibe. Ka alîkariya me bike, em cixarê bi jinan bidin kişandin''. Edward li ser vê yekê jê re dibeje, ''Divê tu hinekî wext bidî min. Ez ê li ser vê mijarê bifikirim''.

Li New Yorkê her sal bi beşdarbûna bi hezaran kesan Şahiya Paskalyayê dihat lidarxistin. Edward Bernays ji çend jinên malbatên sosyete dixwaze ku di dema meşê de ew cixareyên xwe derxin û bikêşin. Di vê navberê de çapemenî û wênekêş jî amade kirine. Jin dimeşin û cixareyên xwe pê dixin dibêjin, ''Em azad in. Em jî wekî mêran dikarin cixarê li her derê bikêşin''. Ji wê rojê şûnda cixara bi navê ''Luck Strike'' ji berê zêdetir tê firotin.
Lê di vir de pirsgirêkek din derdikeve. Rengê qutiya cixarê kesk e. Di rastiyê de cixareya ''Luck Strike'' ji bo leşkerên emerîkî hatibû derxistin. Ji ber ku rengê qutiya cixarê kesk bû, divê cil û bergên jinan jî kesk bûya. Edward Bernays şeytaniyeke din difikire ji bo rengên cilan û qutiya cixarê li hev bîne difikire. Piştî fikirînê kincên kesk hildiberînin û wê dikin moda. Bi vî awayî tu astengî li ber firotina cixarê namîne.

Wekî encam Edward Bernays mirovekî pir baqil bûye. Lê aqilê xwe her tim ji bo tiştên nebaş bi kar aniye. Cara yekemîn bûye sedem ku jin bi komî cixarê bikêşin. Her wiha bûye sedem ku şîrketên hilberîner berhemên xwe bi rêya xapandinê bifiroşin gel. Her wekî ''diduyan bistîne yek belaş e''.

Bawer Agirî

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê