Divê Kî di Halê Xwe de Bigirî?

Mêrên ku di bin navê azadiya jinê de xwe dikujin, divê pêşî di halê xwe de bigirîn. Çima?

Bakteriyên ku di rûviyên zilam de hene, nîvê wan di rûviyên jinê de hene. Yanê heke bi giştî di rûviyên zilam de kîloyek bakterî hebe, ev rêje di jinê de nîv kîlo ye. Ev jî tê wê wateyê ku tenduristiya jinan ji ya zilaman baştir e. Hûn qet meraq nakin jin çima ji zilaman zêdetir dijîn? Ez bawer im vê mijarê bala we jî kişandiye, lê we li ser vê lêkolîn nekiriye. Di vir de mijara me ne temendirêjî ye. Ji ber vê yekê em vê daynin aliyekî.

Her wekî min li jorê jî got bakterî di rûviyên mêran de zêdetir hene ev yek; a duyemîn gaza ku di mîda zilam de heye, ji ya jinê zêdetir e. Mirov di vir de fêm dike ku avantajên jinan ji yên zilaman zêdetir in. Îcar hesab bikin divê kî di halê xwe de bigirî!.. Elbet avantajên mêran jî hene, lê ev niha ne mijara me ye...

Bawer Agirî


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê