Kurteya Tongue Fuyê


Têkiliyên di navbera mirovan de her ku diçe qut dibin. Şûna ku mirov pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin, dixwazin bi êrîşên peyvkî yan jî yên fîzîkî çareser bikin. Gelo sedemên vê  çi ne? Elbet mirov dikare hezar sedeman  rêz bike, lê ez niha naxwazim qala wan sedeman bikim, ez hez dikim qala pirtûka Sam Horn a bi navê “Tongue Fu”yê(hunera şerê peyvkî) bikim.
“Tongue Fo dibêje ku şûna ku em li benda sîsteman bisekinin ew me baş perwerde bikin, em dikarin wekî kes li gorî derfetên xwe, xwe pêş bixin. Bi vê armancê dibe alîkar ku mirov çawa dikare xwe li hemberî mirovên ‘’dijwar’’ biparêze. Wekî tê zanîn di cîhanê de, li her welatî mirovên zor û dijwar hene. Ji bo mirov helwesteke rast nîşanî wan bide, ji bo bi wan bide fêmkirin ku kirinên wan çewt in, divê hinek rêbazên xweparastinê zanibe. A ev pirtûk dibe alîkar ku mirov xwe li hemberî neheqiyê biparêze. Her wiha agahiyên girîng dide mirov. Pirtûk ji Weşanên Boynerê derketiye û 289 rûpel in. Mirov dikare li ser înternetê wekî PDF daxe. Her wiha dikare bikire jî.
Nivîskar Sam Horn navê vê pirtûkê ji ber navê Kung Fuyê ku wekî Hunera Şerê Rojhilata Dûr tê zanîn, mînak girtiye. Nivîskar dibêje, ‘’çawa ku mirov bi Kung Fuyê dikare xwe li hemberî êrîşên fîzîkî diparêze û wan têk dibe, her wiha çeka parastinê ye, mirov bi Tongue Fuyê jî dikare  xwe li hemberî êrîşên peyvkî diparêze, her wiha bi awayekî zanebûn psîkolojiya êrîşkaran têk dibe û wan dide sekinandin, an jî dike ku ew dev ji êrîşên xwe berdin.’’ Mirov dikare bibêje ku ev pirtûk ji bo êrîşên peyvkî yên psîkolojîk rênîşanêr e. Armanc ew e ku mirov dijminê xwe bêçek bike, bandorê li ser psîkolojiya wan bike û bêyî ku zirarê bide wan û xwe, şer û pevçûnan rawestîne. Di vê pirtûkê de armanca hunera şerê peyvkî bi berfirehî hatiye ravekirin. Di pirtûkê de dibêje ku mirov çawa dikare xwe neke hedefa êrîşên peyvkî û di nava ewlehiyê de hîs bike. Bi rastî mirov nikare bi vê kurtenivîsê qala pirtûkeke ew qas sûdmend bike. Ji ber ku rûpelên wê pir in û divê mirov çend caran bixwîne ancax dikare baş qala wê bike. Loma jî ez dixwazim hûn bi xwe vê pirtûkê bixwînin û jiyana xwe biguherînin. Ez di dawiyê de qala çend mijarên ku di pirtûkê de cî girtine bikim û dawî li nîvsa xwe bînim.
Hinek mijarên k udi pirtûkê de cî digirin:
·         Ne helwestê, lê nêzîkatîyê nîşan bidin
·         Peyvên ku divê hûn ji bîr bikin, ên ku divê hûn bibêjin
·         Gengeşiyan bikin hevkarî
·         Hûn çi dixwazin, pêdiviya we bi çi hebe, zêde zêde bi dest bixin
·         Peyvên ku divê hûn bibêjin, peyvên ku divê hûn ji bîr bikin kîjan in?
·         Mirov çawa dikare ji gotina ‘’tu mafdar î/hûn mafdar in’’ sûdê bistîne?
·         Mirov çawa dikare li hemberî zordestan serî derxe?
·         Yekî hêrsa we anî û tiştê ku hûn jê aciz dibin kir, hûn ê çi bikin?
·         Hûn çawa dikarin rûmeta xwe biparêzin û bi awayekî serkeftî xwe xilas bikin?
·         Dema ku hûn nizanin tiştekî bibêjin, hûn ê çi bibêjin?
·         Hûn çawa dikarin ji bêdengmayînê sûdê bistînin?
·         Hûn çawa dikarin hestên xwe kontrol bikin?
Bawer Agirî




Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê