Mirov bi Gazinan bi Ser Nakeve Divê Hinek Tiştan Bike


Te herî dawî  kengê ji bo tiştekî nû biryar da? Ramanên hinekan çima ew qas bandorê li ser te çêdike?
Tu çima her tim bi rasteka(cedwel) wan hêvî, daxwaz,  xewn û xeyalên xwe dipîvî? Divê tu ji kesên ku bi salan in jîyana te jehr kirine, rizgar bibî. Divê êdî tu ji hêkê derkevî. Ramanên bîyanî yên ne yên te ne, dayîne alîyekî, sûdê jê wergire, lê neke malê xwe. Bes e, bibe yê xwe yan jî ya xwe. Temenê te bi awayekî nîvî bûye û tu hatî vê rojê. Tiştên ku di destê te da hene bi awayekî dikare te îdare bike. Niha dem dema ji nû va avakirina te ye. Ji bo guhartin û veguhartinê, bi tenê pêdivîya te bi te heye. Êdî ne li gorî hin kesan, divê li gorî dilê te jîyan dest pê bike. Tu amade yî? Kerem bike ez du pirtûkên ku dê te bike te pêşnîyarê te dikim...

Min berê jî gotibû û ez niha jî dibêjim, ji bo guhartina takekesî, ji bo destpêkeke nû, divê mirov pirtûka Som Horn a bi navê Tongue Fuyê bixwîne. Divê em zanibin, dibe ku her pirtûkek ji bo mirov bibe pêngava jîyaneke nû. Di pirtûka Tongue Fuyê da çi heye? Ji van mijarên jêrê zêdetir gelek mijarên din yên pêşxistina takekesî hene.

Bo nimûne,

-  Ne helwestê, lê nêzîkatîyeke baş û bibiryar nîşan bidin
-  Peyvên ku divê hûn ji bîr bikin, yên ku divê hûn bibêjin
-   Gengeşîyan bikin hevkarî, jê xilas bibin
-  Hûn çi dixwazin, pêdivîya we bi çi hebe, zêde zêde bi dest bixin
-  Peyvên ku divê hûn bibêjin, peyvên ku divê hûn ji bîr bikin kîjan in?
-   Mirov çawa dikare ji gotina ‘’tu mafdar î/hûn mafdar in’’ sûdê bistîne?
-   Mirov çawa dikare li hemberî zordestan serî derxe?
- Yekî hêrsa we anî û tiştê ku hûn jê aciz dibin kir, hûn ê çi bikin?
-  Hûn çawa dikarin rûmeta xwe biparêzin û bi awayekî serkeftî xwe ji bûyerê xilas bikin?
-  Dema ku hûn nizanin tiştekî bibêjin, hûn ê çi bibêjin?
-  Hûn çawa dikarin ji bêdengmayînê sûdê bistînin?
-  Hûn çawa dikarin hestên xwe kontrol bikin?

Bê guman ev pirtûk ji bo pêşketina takekesî gaveke girîn g e. Lê ev tenê têrê nake. Ji bo ku em fikir û ramanên xwe xurt bikin, pêdivîya me bi hinek zanyarîyên din jî heye. Piştî Tongue Fuyê hûn dikarin pirtûka Prof. Robert B. Cialdini ya bi navê ‘’
The Psychology of Persuasion’’ bixwînin. Wergera wê ya bi tirkî ji Weşanên Boynerê bi navê ‘’İknanın Psikolojisi’’ derketîye. Heke em vê wergerînin kurdî tê wateya ‘’ Psîkolojîya Îqnayê’’. Mixabin ev pirtûk hê bi kurdî nehatîye wergerandin. Loma jî çapa wê ya bi kurdî nîn e. Taybetîya vê pirtûkê ji yên din ew e ku Prof. Robert B. Cialdini hemû mijarên xwe li qadên jîyanê lêkolîn kirine û di laboratûaran da dahûrandine. Ev pirtûk di jîyana rojane da qala îqnakirina mirovan çawa mimkûn e yan jî mimkûn dibe, dike. Her wiha rê û rêbazên îqnakirinê, amûrên ku ji bo îqnakirinê tên bikaranîn, bandora wan a li ser mirov bi zimanekî sade vedibêje. Tiştê xirab ew e ku dema ku serdest yan jî sermayedar pirtûkên bi vî rengî çap dibin dibînin, demildest jê agahdar dibin û sûdê jê werdigirin. Tiştê baş jî ew e ku her kes dikare vê pirtûkê bi dest bixe û xwe li hemberî xapandin û neheqîyan biparêze. Elbet îqnakirin her dem ne xirab e, mirov dikare ji bo karên qen jî bi kar bîne. Jixwe armanca nivîskar rê nîşandan e. Bo nimûne, mirov li kar, di bazirganî û bazarkirinê da, di jîyana rojane û di rewşên taybet yên mîna evînî û têkilîyên dostane da çawa dikare bibe xwedî rêbazên îqnakiirnê û bi zimanekî sade bandorê li ser takekesan bike. Ev hemû mijar û gelek mijarên din bi awayekî berfireh, fambar û bi kitekit di vê pirtûkê da hatine vegotin. Ev pirtûk li tevahîya cîhanê 250 hezar heb hatine firotin.

Hinek mijarên sereke yên di vê pirtûkê da ev in,

-  Xwestek çawa bi awayekî bibandor tê pejirandin, yanî mirov xwestekên xwe çawa bi hev didin pejirandin, rêbazên wê çi ne?
- Ji ber ku hin kes hinek tiştan dikin, bi rastî jî tiştên ku ew dikin rast in, yan hizirê ku me bi vî awayî dide hizirandin helwesta hevpar e? Bo nimûne, yek diçe tiştekî nû distîne û yê din çav dide wî/wê ew jî distîne. Bi rastî jî di rastîyê da kî bandor li ser kê dike? Mirov mecbûr e teqlîdê hev bike?

- Zimanê ku tê bikaranîn, bandora wî ya li ser serketinê çawa ye? Yanî bandora zimanê ku tê bikaranîn li ser gihîştina armancê bi çi rengî ye?

- Di jîyana rojane da rêgezên psîkoljîya îqnayê çawa pêk tên?

- Mirov çima hîn hêsantir  ji alîyê kesê/a ku jê hez dike ve zû îqna dibe?

- Di pêvajoya îqnakirinê da girîngîya dilkêşîya fîzîkê xwedî bandoreke çawa ye?

-Gava ku em hinek tiştan erê dikin, bi rastî jî ew tê wê wateyê ku em îqna bûne?

-Têkilîya îqnayê bi otorîteyê ra çawa ye?

-Terîqet endamên xwe çawa îqna dikin û di êrîşên bikomî yên xwekujî da bi kar tînin, di vir da bandora îqnayê çi qas e?

-Dema ku berhemek hindik be, bandora wê di pêvajoya îqnayê da çawa ye? Bo nimûne, dibêjin ku li markatê tenê çewalek gûz maye, heke hûn nestînin, hûn ê jê bimînin û heta sê mehên din hûn ê  bê gûz bimînin. Ev psîkolojîya tunebûnê dê bandoreke çawa li ser we çêke?
(Divê bê zanîn ku pirî caran bi zanebûn psîkolojîya tunebûnê tê afirandin û di nav gel da tê belavkirin.)

Wekî encam dema ku mirov bixwaze di xwe da guhartinê pêk bîne û bi tenê guh bide mêjî, hîs û ramanê xwe, divê mirov ji azmûnên hin kesên din jî sûdê wergire. Lê divê mirov tu carî nebe hemal yan jî nebe barkêşê ramanên din. Her wekî tê zanîn mirov her tim afrîner in, meyla wan a lêkolînê her tim heye û dê hebe. Nexwe em çima nabin ji wan kesan? Em li benda kî û çi ne? Hûn bawer dikin ku hin kes dê we ji rewşa kambax rizgar bike? Ez qet bawer nakim. Loma jî her wekî min di serî da jî got, divê êdî em ji hêkê derkevin, nebin koleyê ramanê tu kesî, bi tenê bawerîya xwe bi xwe bînin. Cegerxwîn dibêje ku çil sal e dilbirîn im/cerg û hinav bi xwîn im/ welatparêzî lew ez/dixwazim zû tu rabî. Bi hêvîya ku em zû rabin ser pêyan.

Bawer Agirî




Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê