Mamosteyek Kurdan Baş Mînak Nîşan Dide Lê?

Mamosteyekî zimanê tirkî waneya xalbendiyê dide şagirtan. Mijar tê ser pirsnîşanê. Îcar di vê mijarê de kurdan mînak nîşan dide. Dibêje ku kurd di vê mijarê de gelekî serkeftî ne. Çimkî ew pir xweşik dipirsin. Wekî mînak: Yemek yedin?(Te xwarin xwar?) Uyudun?(Tu razayî?) Fındık yersin?(Tu yê findiq bixwî?)

Mamoste kurdan wekî mînak baş nîşan dide, lê nizane di kurdî de pirs bi piranî bi rêya kirpandinê tên kirin. Wekî mînak, di hevokên ''Tu nayê?'', ''Ew razaye?'', ''Dengê min nayê?'' de pirs bi rêya kirpandinê hatine kirin. Ev jî dewlemendiya zimanê kurdî ye.

Ji ber ku mamoste mîna aqilê dewletê faşîst e, nabêje kurd, dibêje ''doğulu'' yanî rojhilatî. Heke hezkirina kurdan di dilê wî de hebûya dê bala xwe bida rêzimana kurmancî jî. Dê bidîta ku di kurdî de pirs bi rêya kirpandinê tê kirin. Lê mixabin ew jî wekî gelek kesên ku bi aqilê dewletê yê faşîzane dijî. Ji ber vê yekê jî ne mimkun e ku hînî kurdî bibe yan jî lêkolînekê ser zimanê kurdî bike.

Bawer Agirî

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê