Rixmê Hemû Bahozan Kurdî Gulan Vedike

Mirov bixwaze nexwaze pêşketinên rojane, bûyerên sîyasî û pêşketina teknolojiyê bandora xwe li ser ziman çêdike. Zimanekî karîger ji ber pêşketinên nû her tim bi pêş ve diçe. Ev pêşketin jî li ferhengê peyvên nû bar dike. Bi zêdebûn û dewlemendiya ferhengê hevokên nû, bedew û watedar derdikevin holê. Mirov bi van peyv û hevokan jiyana xwe dixemilînin û têkiliyên xurt ava dikin.
Zimanê kurdî di cîhanê de yek ji wan zimanên din ê herî dewlemend û xwediyê dîrokeke kevnare ye. Dema ku mirov di warê ferheng û rêzimanî de kurdî û zimanên din dide ber hev tu kêmasiya kurdî nîn e. Heta mirov dikare bibêje ku di warê peyvan de kurdî ji zimanên din gelekî dewlementir e.
Gava mirov li şert û mercên ku kurdî tê de ye dinêre û liserpêyanmayîna wê dinêre jê re heyran dimîne. Ev yek hêza kurdî nîşanê me dide. Ne tenê nîşanî me, nîşanî cîhanê jî dide. Mirov naxwaze mijarê zêde dirêj bike lîstok û êrîşên li dijî kurdî vebêje, lê mirov dikare bibêje ku; ‘’Rixmê hemû bahozan kurdî gulan vedike.’’
Bawer Agirî

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê