- Bağlantıyı al
 - X
 - E-posta
 - Diğer Uygulamalar
 
Kayıtlar
Mayıs, 2014 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
- Bağlantıyı al
 - X
 - E-posta
 - Diğer Uygulamalar
 
                      Wekî şevê     Wekî şevê   bi min re be   heta sibe   reş,reş min   mêze bike   wekî çavên   xwe   mîna şevê   min veşêre   bi rengê   çavên xwe   bila kes nebêje   şev   xirabe   erjeng e   tenê ye   bêdeng e   şev   wekî te   wekî min e   bext reş e   şev   tenêtiye li bajarê   bêkesan   şev   vedişêre birînên   bi êş û   nalîna dilê   evîndaran…      Bawer Agirî   Bitikîne û guhdarî bike: http://youtu.be/TX9LLlmvftU  
- Bağlantıyı al
 - X
 - E-posta
 - Diğer Uygulamalar
 
                           Bi te re me     Gava tu êvarê   noqî   tenêbûnê bibî   sibeke sar   ya roj dereng   lê hiltê   şiyar bibî   ger tu tenêbûnê   hîs bikî   û min bigerî   destê te vala   dilê te bi kul be   hêstirên te birije   çavên te şil be   awirên te tûj   dengê te zîz be   wekî tariyê   ronahiyê bigerî   çavên reş bi hesret   min bigere   bizanibe ku ez   bi te re me...   Bawer Agirî   Bitikîne û guhdarî bike: http://www.youtube.com/watch?v=WvuW9nQE_Hs&feature=share&list=PLk38ZIpBZmZfOslRmHH2YGo-rgQ3PlYsX&index=4        
- Bağlantıyı al
 - X
 - E-posta
 - Diğer Uygulamalar
 
                    Tu Bibe Baran    Tu bibe baran   ez bibim ax   bibare ser erdê min   şil bike warê min   tu bibe roj   ez bibim tarî   ronî bike roja min   şa bike dilê min   tu bibe jîn   ez bibim vejîn   em hevdu bijînin   tu bibe av   ez bibim bendav   em can têkin nava can   tu bibe gul   ez bibim bilbil   her roj ez te bêhn bikim   tu bibe berfîn   ez bibim berf   her sal di dilê min de   bibişkive   tu bibe xezal   ez bibim nêçîrvan   her dem li pey te bigerim...      Bawer Agirî  5.03.2013   Bitikîne û guhdarî bike: https://www.youtube.com/watch?v=Tw5QV_TKzPU  
- Bağlantıyı al
 - X
 - E-posta
 - Diğer Uygulamalar
 
                Ji gula Min Re     Tu   di şevên kesernak de   kenê li ser lêva min î   tu   di şevên bêdeng   yên sar de germahiya   bedena min î   tu   dema noqandina   bêwext de parêzvanê   canê min î   tu   dijminê xewnereşkê yî   henase ya giyanê min î   tu   devilken,rûgeş û   sebra dilê min î   tu   taca zêrîn ya   li ser serê min î   tu   çîçeka nazenîn ya   li nav bihuşta min î   tu   hatineke bidem de   heycana temenê   min î   tu   Sirûda herî xweş   ya netewa min î...    Bawer Agirî