Ji gula Min Re

Tu
di şevên kesernak de
kenê li ser lêva min î
tu
di şevên bêdeng
yên sar de germahiya
bedena min î
tu
dema noqandina
bêwext de parêzvanê
canê min î
tu
dijminê xewnereşkê yî
henase ya giyanê min î
tu
devilken,rûgeş û
sebra dilê min î
tu
taca zêrîn ya
li ser serê min î
tu
çîçeka nazenîn ya
li nav bihuşta min î
tu
hatineke bidem de
heycana temenê
min î
tu
Sirûda herî xweş
ya netewa min î...

Bawer Agirî




Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê