Gava tu êvarê
noqî
tenêbûnê bibî
sibeke sar
ya roj dereng
lê hiltê
şiyar bibî
ger tu tenêbûnê
hîs bikî
û min bigerî
destê te vala
dilê te bi kul be
hêstirên te birije
çavên te şil be
awirên te tûj
dengê te zîz be
wekî tariyê
ronahiyê bigerî
çavên reş bi hesret
min bigere
bizanibe ku ez
bi te re me...
Bawer Agirî Bitikîne û guhdarî bike:http://www.youtube.com/watch?v=WvuW9nQE_Hs&feature=share&list=PLk38ZIpBZmZfOslRmHH2YGo-rgQ3PlYsX&index=4 |
Çand çi ye?
Çand çi ye? Belkî m irov nikaribe ji bo çandê pênaseyeke têkûz bike , l ê mirov dikare bibêje ku çand di nava demeke dirêj de hemû nirxên mirovahiyê yên madî û manewî ne. Ji van nirxên mirovahiyê yên ku ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe re çand tê gotin . Çand , nasnameya gelekî pêk tîne û wî gelî ji gelên din cuda dike. Her wiha çand şêweyê fikir û jiyana civakê ye jî . Çand bi gelemperî ji du hêmanan pêk tê 1- Hêmanên ku çanda madî pêk tînin : Avahî,telefon , hemû cure amûr , cil û berg hwd . 2- Hêmanên ku çanda manewî pêk tînin : Bawerî , kevneşopî , adet, şêweyên hizirandinê /fikrî hwd . Di nava hêmanên madî û manewiya çandê de her tim hevbandoriyek heye . Dema ku guhartin di yekê de çêdibe , bandorê li ser ya din jî dike. Bandora xwezayê yanî şe
Yorumlar
Yorum Gönder