Ez ji te çûm tu ji min çûyî nizanim lê min bi zorê çavên xwe hînî çûyîna xwe û dûrbûna te kir ka were ji min bipirse min çend ayetên veqetînê jiberkirin da ku xwe hînî bê te bûnê bikim...
Çand çi ye? Belkî m irov nikaribe ji bo çandê pênaseyeke têkûz bike , l ê mirov dikare bibêje ku çand di nava demeke dirêj de hemû nirxên mirovahiyê yên madî û manewî ne. Ji van nirxên mirovahiyê yên ku ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe re çand tê gotin . Çand , nasnameya gelekî pêk tîne û wî gelî ji gelên din cuda dike. Her wiha çand şêweyê fikir û jiyana civakê ye jî . Çand bi gelemperî ji du hêmanan pêk tê 1- Hêmanên ku çanda madî ...
1- Rêbendan Vê mehê rê tên girtin û aşît çêdibin. Li Agiriyê nifira wê jî heye ”Aşît bi ser te de were.” 2- Reşemî Wekî hûn jî dizanin ku tav mirov di vê mehê de reş dike. 3- Adar Dar û ber ji nû ve zindî dibin û berf dihele. 4- Avrêl Meha baranê ye. Di vê mehê de baran gelekî dibare. 5- Gulan Ev meha gul û çîçekan e. Gul û kulîlk bi xweşikbûna xwe xwezayê dixemilînin. 6- Pûşper Di vê mehê de gîha zer dibe, dibe mîna pûş. 7- Tîrmeh Ev meh a herî germ e.Di vê mehê de tîrêjên rojê mirov dişewitîne. 8- Gelawêj Di vê mehê de stêrka bi navê gelawêjê xuya dike. 9- Rezber Ev meh meha rezan e. Gel di vê mehê de di nav bax û baxçeyan de rezên xwe ber hev dikin. 10- Kewçêr Meha kewan e. Kew ji çiyayên bilind dadikevin li cihên nizim diçêrin. 11- Sermawez Kurdistan sar dibe, serma û germ cihê xwe diguherînin. Gel di vê mehê de amadekariya zivistanê dike. 12- Berfanbar Her wekî ji navê wê jî ...
Ev peyvên ku bêje, komek, hevokên sereke û yên pêreyî bi hev ve girê didin re gihanek tê gotin. Hêmanên gihanekî neguherbar in, bi serê xwe ne xwediyê wateyên girîng in. Lê di hevokê de rolên alîkar ên girîng dilîzin. Çend heb gihanekên sereke : ji ber ku (dolayı) Sedemê diyar dike. Mînak : Ji ber ku ez sibê zû radibim , ez êvarê zû radizêm . Ez ê sibê biçim, ji ber ku betlane xilas bû. loma/lewre (o yüzden) Hevokê xurt dike. Mînak : Ez şev gelekî pirtûkan dixwînim , loma ez dereng radizêm . Ew sibê taştê hindik dixwe, lewre zû birçî dibe. lê belê (ancak) Bi kêrî dîtina hincetan tê . Mînak : E...
Yorumlar
Yorum Gönder