êş
zarokên şengalê ne
kenên ku li qiblegeha
pîroz manene
êş
rûxandina warê
bav û kalan e
wêrankirina dîrokê
li pêş çavan e
êş
qedexekirina jiyanê ye
koçberî ye terk kirine
êş
temaşekirina li êşan e
pêxasên welatê min e
êş
ez im tu yî em in
şevên kesernak ên nabin sibe ne
êş
di nava du lêvan de qîrîn û hawar e
gazîkirina were were
bangkirina neçe neçeye
êş
çavên bi hêsir ên li rûxandinê dinhêrine
êş
kurd e û kurdistan e...
Bawer Agirî
24.08.2014
Yorumlar
Yorum Gönder