Wêje Jêderka Herî Girîng a ku Pêwîst e Mirov Serî lê Bide

Wêje, di wateya giştî de zanisteke ku jiyana mirovahiyê ji bo me dide nasîn û fêmkirin. Mijara wêjeyê, bi hemû aliyên xwe ve paşeroja mirovahiyê ye. Wêje, bingeha xwe ji jiyana exlaqê baş digire. Exlaq, hêza fikirîna hevpar a civakê ye û wijdana civakê ye. Ji raveyên raman, bûyer, hest û xeyalan bi gotin an bi nivîskî ji bo xwendevan an jî guhdarên xwe bihest, coş, kêfxweşî, zewq û bedewiyeke bilind radighinê re ‘’wêje’’ tê gotin. Wêje, tê wateya pîşekarî, lêkolîn û rêkupêkbûnê. Peyva wêje ya ku di zimanê erebî de wekî edeb tê binavkirin tê wateya birêkûpêkî û pîvanbûnê. Ji berhemên bi vê armancê hatin derxistin re berhemên wêjeyî tê gotin. Wekî tê zanîn gelek hêz û dînamîk dibin sedema pêşketina civakan. Ez ê zêde li ser vê nesekinim. Çimkî ez naxwazim nivîs zêde dirêj bibe, lê ez dixwazim hinekî jî behsa girîngiya wêjeyê bikim. Wêje, ji aliyên xwe yên heyberî û giyanî ve pireke di navbera demên borî û dema bê ya civakê de hatî sazkirin û goftûgoyeke berdewam e. Wêje, xweşiki...