Xwe ji Kendalê Melodiyên Kilaman de Davêjim

Ji rojan re kul im
bêminet dikevim cirnê êşê
serê xwe didim ber xençeran
û deh caran xwe dikujim
bi wêneyê te yê nîvîmayî
yê ku min bi zorê ji te standî
xwe ji nû ve format dikim
her roj serê xwe dixim belayê
bi belawelayan re
bi zimanê xwe yê nîvzindî
dîfaê hebûna te dikim
ez nizanim ez ê çi xweliyê li serê xwe bikim
ji bilî te
ez di hemêza her şeveke bîj de radizêm
û xwe ji kendalê melodiyên kilaman de davêjim...

Bawer Agirî


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê