Erdogan, Dolar û Zema 2018'an

Ev wêneyê ku hûn li jêrê dibînin ê avahiyên xizmê jina Erdogan in ên ku li Atakoy Stenbolê ne. Her yek bi bihahê 2-3 mîlyon dolar e. Li gorî qanûnê perav cihê gel ê hevpar e, lê wan perav dagir kiriye û ji xwe re avahiyên gelekî biha lê kirine. Tu kes nikare wan bide sekinandin. Şaredariya Bakirkoyê û şêniyên taxê şîrketa ku perav dagir kiriye ( Kuzu Grup) dane mehkemeyê, lê heta niha tu encam ji mehkemeyê derneketiye. Her wiha kar û xebatên vê şîrketê gişk bi Dolar û Euro ne. Bînin bîra xwe Erdogan çi digot! Digot ku Dolar û Euroyên xwe hûr bikin. Baş e, wî û malbata wî Dolar û Euroyên xwe hûr kirin? Na!..
Dema ku navborî gel be, karekî baş nakin, bi kesî re tu tiştî parve nakin û wekheviyê jî pêk nayînin, lê ji bo xwe her derê dagir dikin û santîm bi santîm, kîlo bi kîlo difiroşin. Mesela îsal ji bo mehekê zêdetirîn meaş kirin 1.603,12 TL, rojê dike 67,65 TL. Gava mirov şert û mercên aborî dinêre, kirê, mesrefa mitbax û bazarê, tenduristî, perwerde, ragihandin û hwd hesab bike, 1.603,12 TL têra jiyankirina mirov nake. DE BILA ÎSLAMÎSTÊN MÊJÎTEVIZÎ BI VÎ PEREYÎ ÎDARA XWE BIKIN Û TÊRRR ŞIKUR BIKIN

Bawer Agiri

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê