Hirç û Govend, Rovî û Seyran

Rojekê mirovekî dilnazik rastî hirçeke birîndar tê. Birînên wê dipêçe heta birînên wê dikewin lê miqate dibe. Piştî ku hirç baş dibe, dixwaze qenciyê bi zilam bike. Hirç bi zilam re digere piştî demekê dibin dost. Tîrmeha havînê, zilam li bin siya darekê radizê. Mêşek diçe li ser eniya zilam datîne. Hirça ku dixwaze qenciyê bi zilam bike hewl dide ku mêşê bikuje. Kevirekî radike û li mêşê dixe. Zilam jî bi mêşê re dimire. Ji wê rojê ve ye ev gotin tê kirin ''Hirç û govend, rovî û seyran''.




Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê