Pantoneyê Rengê Sala 2018'an Destnîşan Kir - Ultraviolet


Enstîtuya Pantoneyê der barê rengan de di cîhanê de yekemîn e û xwedî otorîteyekê ye. Pantoneyê wekî her sal îsal jî rengê salê destnîşan kir. Enstîtuyê rengê sala 2018'an ultraviolet hilbijart. Enstîtuya Pantoneyê da zanîn ku rengê ultraviole tê wateya resentî, afrînerî û vîzyonê. Wisa xuya dike ku di heyama bê de em ê rengê ultravioletê hem di modayê de hem jî di qadên şêwekariyê(grafîk) de pir zêde bibînin.
Di nava şêwekariyê de elementên herî zêde tên bikaranîn reng in. Ji ber vê yekê reng her wiha şopnadina trenda rengan, ji bo sêwirandina şêwekariyê gelekî girîng in. Pantoneyê ji bo sala 2018'an rengê kesk hilbijartibû. Piştî vê daxuyaniyê rengê kesk hem ji bo grafîkan hem jî ji bo modayê gelekî hat bikaranîn. Sedema hilbijartina rengê kesk tê wateya ''nû û bêhnfirehî''yê. Ji ber tevliheviya cîhana ku em tê de ne ev reng wê wateyê dide, hat hilbijartin. Îsal jî rengê ultravioletê wekî resentî û afrîneriyê derdikeve pêşberî me.Gerînendeyê Enstîtuya Pantoneyê Leatrice Eiseman der barê vê mijarê de wiha dibêje, 

''Em di demeke wisa de dijîn ku pêdiviya me bi afrînerî û hêza xeyalê heye. Ev nebe nabe. PANTONE 18-3838 Ultra Viyole balkişandin û potansiyela me derdixe asta herî jor. Bingeha xwe ji rengê şîn digire û ji me re dibe çavkaniyeke xwezayî ya îlhamê.'' 

Koda rengê Ultra Violetê ya RGB'yê 95,75,139 e, Koda Rengê Ultra Violetê ya HEX/HTML'ê jî 5F4B8B ye. Ev reng ji aliyê Pantoneyê ve yê herî bikompleks hat terîfkirin. Sedema vê yekê jî rengên şîn û sor li dijî hev xuya dikin, lê gava têne cem hev rengekî cipcuda derdixin holê. Her wiha piştî daxuyaniya rengê sala 2018'an Pantoneyê der barê bi kar anîna ultravioletê de agahî jî dan.

Rengê Ultravioletê ji bo Şêwekarî û Pakêtkirinê

Di Cîhana Modayê de Rengê Ultravioletê 

Di Berhemên Xweşikbûnê de Rengê Ultravioletê 

Ji bo Dekorasyona Malan Rengê Ultravioletê 





Yorumlar

  1. Destên te sax bin û herdem dilxweş bî

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas dikim mala te ava. Heke hûn vê parve bikin, ez ê kêfxweş bibim.

      Sil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê