Li Tirkiyê Rewşa Penaberên Sûriyeyê Ne baş e

Kesên ku ji ber şerê Sûriyê revîne Tirkiyê muameleyeke gelekî ne baş dibînin. Bi taybetî jî karkerên sûrî rastî neheqiyên mezin tên. Mirov dikare bi kurtasî neheqiyên li dijî penaberan tên kirin wiha rêz bike,

1- Meaş hindik didin wan
2- Zêde tên xebitandin
3- Perê wan di wext de nadin (du mehan carekê yan jî zêdetir)
4- Li gorî karkerên xwecihî zêdetir rastî tacîz û neheqiyan tên
5- Kes zû bi zû xanî nade wan bidin jî xaniyên ne baş didin û kirê zêde distînin

Mirov dikare gelek tiştên din jî rêz bike. Berî şerê Sûriyê tirkan ev neheqî li kurdan dikirin, lê piştî ku penaberên Sûriyê zêde bûn, kurd ketin asta duyemîn. Divê mirov vê jî bibêje ne tenê tirkên ku kar didin penaberan neheqiyê li wan dikin, piranî kurd jî vê yekê dikin. Bi taybetî jî xwediyê tekstîlan neheqiyeke mezin li penaberan dikin.

Ji ber ku li Tirkiyeyê ji bo mafên karkeran tu parastin û qanûn nîn in, karsaz çawa bixwazin wisa dikin. Tirk, kurd û yên din mil bi mil keda penaberan dixwin.

Bawer Agirî



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê