Kayıtlar

Rayeka Lêkeran Çawa Tê Bidestxistin?

Resim
Lêker, bûyerekê, tevgerekê yan jî qewimînekê nîşanî me didin. Li cihê ku kar û tevgerek hebe, teqez li wir lêker jî heye. Lêkerên ku nehatine kişandin gişk navdêr in û mê ne. Her wiha rader in jî. Di kurmanacî de du rayek hene; rayeka dema niha, rayeka dema borî. Raderên kurmancî du heb in; /-n/ û /-in/ in. Em pêşî wekî mînak lêkera girtin hildin dest. Ev lêker   gerguhêz e û niha di rewşa raderê de ye. Yanî nehatiye kişandin. Heke em radera /in/ ê jê bavêjin girt li rastê dimîne. Ev jî rayeka dema borî ye. Lê heke em bixwazin rayeka wê ya dema niha bi dest bixin, îcar em ê tîpa /t/ yê   ji rayeka dema borî bavêjin. Îcar jî li ber destê me gir dimîne. Ev jî dibe rayeka dema niha . Em dîsa her du rayekan rêz bikin bibînin ka çawa ne. girt ( rayeka dema borî)   gir ( rayeka dema niha) Divê em bi bîr bixin ku rêbaza bidestxistina rayekan ji bo lêkerên gerguhêz û negerguhêz eynî ye. Lê di hinek lêkeran de di dema niha de guherîna dengan diqewime. Her wekî pelaxt ...

Navê Min Çi ye?

Resim
Min berî niha jî behsa girîngiya zimên kiribû û li ser vê yekê nivîsek nivîsî bû. Ez niha jî dixwazim balê bikêşim ser ziman û bi kurtasî çend gotinan bibêjim. Her wekî min berê jî gotibû ziman hêmana bingehîn a ragihandinê ye. Mirov bi rêya ziman fikir, hest û ramanên xwe tîne ziman û têkiliyan bi hev re datîne. Ziman pira di navbera paşeroj û pêşerojê de ye. Bêyî ziman têkiliya mirovan ne mimkun e bi rêk û pêk pêk were. Ziman endamên civakekê bi hev ve girêdide û di navberê de dibe navgîna sereke. Niha kî dikare bêyî axaftinê yan jî nivîsandinê pênaseya atomê bike? Yan jî kî dikare bêyî axaftinê bîrkariyê bi mirovan bide fêmkirin? Bêguman ev ne mimkun e. A li vê derê em pê dihisin ku ziman,  axaftin, xwendin û nivîsandin çi qas girîng in. Hemû gelê cîhanê bi vê rastiyê hisiyane, loma jî her sal butçeyeke pir mezin ji bo perwerdehiyê vediqetînin. Elbet em niha bi vî şiklê xwe û rewşa xwe ya heyî nikarin pereyekî pir mezin ji bo perwerdehiyê veqetînin, lê gelo em ji bo perwerde...

Bernameya îllustratorê

Resim
Adobe îllustrator wekî bernameya şêwekariyê di cîhanê de, di rêza yekemîn de cihê xwe digire. Cara yekemîn di 19ê adara sala 1987an de hatiye bikaranîn. Mirov dikare bibêje ku ev nêzî 30 salan e tê bikaranîn. Yek ji taybetmendiyên îllustratorê jî vektorî ye. Ji bo xêzkirin û sêwirandinê bêqusûr e. Ev bernameya bêhempa karîgeriya xwe ji nivîsbariya wê ya baş digire. Dema ku mirov lê dinêre, hem ji aliyê taybetmendiyên xwe ve, hem jî ji aliyê derfetên cur b i cu ên ku dide bikarhênerên xwe ve gelekî pêşketî ye. Illustratorê di qada bazirganiyê de cihekî berfireh girtiye û derfet dide ku mirov sepanên grafîkê yên vektorî, çap, malper, vîdyo, ji bo mobîlan logo, sembol, xêzkirin û cureyên tîpografîk pêk bîne. Mirov dikare bi kurtasî taybetmendiyên îllustratorê di bin van serenavan de kom bike: 1- Qada destpêkê ya xebatê 2- Pêkanîna belgeyeke nû 3- Tomarkirina belgeyekê û bi rêyeke kurt cardin gihîştina wê 4- Kontrolkirina pace û panelan 5- Der barê dîmenderê de agahî 6- Birê...

Zerdost 1

Resim
A ku li ser mirovahiyê tê ferzkirin tarîtî ye. Tarîtî hemû aliyên mirov ên baş ji holê radike. Ew dibêjin ku yan bawerî yan jî firandina serî. Belê bawerî, lê baweriyeke çawa, ew bawerî dê xizmeta kê bike? Welleh welleh ez ku te bigirim, ez ê gijika serê te rakim tarîtî, ez ê zikê te bidim ber xençera ronahiyê tije qencî bikim, ez ê bikim ku tu wê kîn û zikreşiya xwe vereşî! Belê, pêxemberê ronahiyê, qasidê qenciyê van peyvên zêrîn ên kêrhatî yên ji bo mirovahiyê wiha rêz dikirin. Di vê navberê de tarîtî jî vala nedisekinî. Wî li her derê navê ronahiyê xera dikir. Agir û ronahî wekî Xweda nîşan didan û digot ku Zerdost  agirperest e, baweriya xwe bi wî neynin! Ew yekî dîn, jirêderketî, şêt û nezan e. Binêre Wêrdar, di baweriya me de çav jî, dest jî, dil jî, mêjî jî her dem şiyar in û biwêrek in. Nabe ku yek tirsonek, yek jî biwêrek be. Bi gotineke din nabe ku çav tirsonek be, dest mêrxas be. Bavê te çima navê te lê kiriye ''Wêrdar'' tu dizanî? Erê Zerdost. Dema k...

Peyvên Hevdeng

Resim
Peyvên hevdeng ji aliyê teşeyê ve wekî hev in, lê wateya wan cuda ye. Di kurdî de gelek peyvên bi vî rengî hene ku carinan peyvek tê sê-çar wateyan. Mînak: Ar ( agir ) Ar ( namûs )   Ax  ( xwelî )   Ax  ( ax   kişandin )   Ba  ( bayê   tê )  Ba  (cem)   Bend  ( asteng )   Bend  ( tayê   dirûnê )   Ber (kevir) Ber (xalîçe) Ber (zad) Bes  ( hew )  Bes  ( bi   tenê )   Betal  (ê  ku  kar  nake )  Betal  ( betalkirina   karekî )   Bîr  (hiş)  Bîr  ( bîra   avê )   Birîn  ( birîna   laşi )  Birîn  ( birîna  daran)   Çek (wekî kinc) Çek (wekî sîleh) Dan ( tiştek  dan  kesekî ) Dan ( genimê   kutayî )   Dem (wext) Dem (dema çayê) Gelek (pir) Gelek (xelkek) Gotin  ( hevok )  Gotin  ( ji   yekî  re  tiştek  ...