Mestûre Kurdistanî (1805-1845)

Min ew jinem ke le pakî le serûy hemîwanim, Le hemû xêlê jinan de niyekes hawşanim Le jêr serwênekem de serê ke hêjay tac, Belam le zebrî zeman waqetî sîdewranim Li ser jiyana Mestûre Xan, çend rêzik li bin peykerê wê wiha hatiye nivîsandin û dane nasîn: “Şair, nivîskar û destrengîna bi nav û deng ya Kurd Mah ŞerefXatûn, tê nasîn wekî Mestûre di sala 1805‟î zayînî li bajarê Sine hatiye dinya yê. Di zaroktiyê de danîne ber xwendinê û pê gihiştiye. Bûye zanayeke mezin, wêjevanek têgihiştî û helbestvaneke bi nav û deng. M...