Elî Herîrî (1009-179)

Elî Herîrî li bajarokê Herîrê ya girêdayî bajarê Hewlêrê, di sala 1009’an de ji dayîk bûye. Di sala 1079'an de li bajarojê Herîrê koça dawî kiriye û li heman cihê hatiye veşartin. Elî Herîrî yekemîn wêjevanê Kurd e ku piştî hatina îslamê bi zaravayê kurmancî helbest nivîsiye. Hêjatiya Baba Tahirê Hemedanî di zaravayê Lorî de çi be yê Elî Herîrî jî di zaravayê Kurmancî de jî ew e. Dîwanek helbestan a ku bi zaravayê kurmancî ya Elî Herîrî heye. Her çi qas gelê Herîrê di roja me ya îro de bi zaravayê kurmanciya jêrîn biaxive jî, lê tê gûmankirin ku gelê Herîrê wê demê bi kurmancî axivîne. Ji ber wê demê Herîr gundekê yê Çela Colermêrgê ye. Gelek helbestên wî yên binirx di hene. Hisna te ya hebîbe Dilê min jê xerîb e Elî tu bikî nesîbe Dest bidit wesale Hisna te ya dilxal e Dilber lebsî siyah e Bi min kaabe Ellah e Tewaf dikim her sal e Ji Hind bînin talanî Bikin kilê sibhanî Ji bo çavê Şa-Siltanî Dema bêtin ser sal e Çend bibêje Elî sadiq Ji esra...